Parlamenterên Yewnanîstanê kirîna pergala roketan ji Israîlê erê kir.
Reutersê eşkere kir ku ev biryara erêkirinê berî 2 rojan di derengê şevê de hatiye dayîn.
Yewnanîstanê da xuyakirin ku ew ê ji krîza deynan a 2009-2018’an xwe xelas bike û ji bo ku karibe hevrikiya Tirkiyeyê bike bi armanca modernkirina hêzên xwe yên çekdar heta sala 2036’an nêzî 28 milyar avroyî xerc bike.
Li gorî çavkaniya Reutersê, komîteya parastinê ya meclîsê kirîna van pergalên roketavêjan di rûniştina girtî ya komîteya parastinê ya meclîsê de erê kiriye.
Rayedaran gotine Pergala PULS’ê wê di parastina sînorê Yewnanîstanê bi Tirkiyeyê re pê re bibe alîkar.
Demek dirêj e di navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de di warê sînorên behrî, hewayî, çavkaniyên enerjiyê û Girava Qibrisê de nakokiyên kûr hene.


