Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîlgirtîne, ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî re peyam şandin.
FÎGEN YUKSEKDAG: RÊBER APO JI BO GELÊN HERÊMÊ DERIYÊ SERDEMEKE NÛ VEKIR
Fîgen Yuksekdag dibêje bi banga Rêber Apo re ji bo Tirkiyeyê û hemû gelên herêmê deriyê serdemeke nû vebûye.
Çimkî “Yên ku ruh, wate û hêzê bide vê serdema nû, wê yekîtiya xurt a demokratîk a hemû gelên bindest, herêmê, jin û ciwan bîne. Ev konferans wê bibe ruh û hişê vê tevgerê.”
Selahattîn Demîrtaş: Xwezî Birêz Ocalan karîba rasterast bi civakê re biciviya
Selahattîn Demîrtaş jî sekna Rêber Apo bi gotinên wêrek, bibiryar, biqîmet û watedar pênase kir û wiha pê de çû:
“Xwezî Birêz Ocalan karibûya rasterast bi civakê re bihata cem hev û bi civakê re biaxiviya. Ez bawer dikim wê demê, dê hemû fikarên gelên Tirkiyê bitefiya.”
Demîrtaş dawiyê ji bo aştî, demokrasî, wekhevî, azadî û jiyana hevbeş peyama têkoşînê da.



