Di navbera Yewnanîstan û Îsraîlê de li dijî dewleta Tirk peymanên parastinê di rojevê de ne.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku wê pergalên parastinê yên PULS li giravên Egeyê werin bicihkirin.
Rojnameya Îsraîl Hayom a Îsraîlê bi sernavê “Gelo Erdogan temaşe dike? Îsraîl ji bo parastinê fûzeyan dide Yewnanîstanê” nûçeyeke balkêş weşand.
Rojnameyê diyar kir ku pergala roketavêjan a Yewnanîstanê ya ku ji Îsraîlê bikire wê di çarçoveya “Bernameya Mertalê Aşîl” de li dijî dewleta Tirk li Giravên Egeyê werin bicihkirin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ev pergalên parastinê wê tevkariyê li parastina sînorên bakur-rojhilat ên Yewnanîstanê- Tirkiyê û giravên Egeyê re bike.
Komîteya Karên Derve û Parastinê ya Parlamentoya Yewnanîstanê, roja Înê di rûniştineke girtî de, erê kiribû ku ji Îsraîlê 36 pergalên roketavêjan ên bi tîpa PULS bistînin.
Her wiha, di navbera Îsraîl û Yewnanîstanê de ji bo hevpeymaneke parastina hewayî ya berfirehtir jî hevdîtin didomin. Yewnanîstan ji ber dijminatiya dewleta Tirk plan dike heta sala 2036’an 28 milyar auroyî li moder-nîzasyona eskerî razîn e.



