Aliyên nenas broşûrên bi naverokên mezhebî û provakatorê bi dîwar û têketinên gundewarê Tertûsê ve leziqandin.
Di broşûran de gef li her kesê beşdarî şahiyên salvegera hilweşîna rejîma Baasˊê bibin tê xwerin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand:
Aliyên nenas ev broşûr bi dîwar û têketinên taxên bajarê Dirêkîş ê Tertûsê ve leqiznadin.
Li wî bajarî malbatên Elewî û Xiristan hene.
Li gorî SOHRˊê di broşûran de gefên yekser li şêniyên herêmê tê xwarin beşdarî tu çalakî, civîn û şahiyan nebin .
SOHRˊê destnîşan kir ku li ser broşûrên navê “Lîwa Ensar El Sune” hebû.
Wê bi xwe heman belavok li bajarê Safîta yê Tertûsê jî belav kiribûn.



