Li herêmên di bin kontrola Hêzên Hikûmeta Veguhêz de, binpêkirin û sûcên kuştinê dewamin.
Li Navçeya EL-Nazihîn ya Humsê, 2 bira di êrişeke çekdarî de, bi granî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku çekdar li motorsiklêtê siwar bûbûn û herdu bira gulebaran kirin û reviyan.
Her du bira ji bo dermankirinê li Nexweşxaneyê ne.
Lê heta niha tu agahî derbarî êrişkaran û sedema êrişê nehatiye zanîn.



