MSD’ê û TEV-DEM’ê bi boneya salvegera hilweşîna rejima Baas’ê diyar kirin li Sûriyê pêdivî bi pêvajoyeke veguherîna demokratîk a zelal heye.
Her wekî bang li gelên Sûriyê kirin ku aştiya navxweyî xurt bikin û ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk piştgiriyê bidin QSD’ê û Rêveberiya Xweser.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD bi boneya salvegera yekemîn ya hilweşîna rejima Baas daxuyanî da, diyar kir hilweşîna rejimê gaveke girîng ya bidawîbûna dema zordariyê bû û got:
“Piştî 14 salên şer, koçberî û tepeserkirinê, deriyê Sûriyek nû vekir.
Hikûmeta veguhêz piştî salekê xwe ji zihniyeta komên çekdar û paşxeneyên teng ên îdeolojîk rizgar nekiriye.
Ber bi zihniyetek dewleta neteweyî ya berfireh ve çûye û diyalogek neteweyî ya berfireh dest pê nekir.
Bi heman navendîparêziya ku berê dewletê felç kiriye, hewl da welat bi rêve bibe.”
MSD’ê diyar kir Peymana 10’ê Adarê gaveke girîng bû ji bo kêmkirina aloziyên navxweyî û got,
“Siberoja Sûriyê wê li ser bingeha azadî, hemwelatîbûn û edaletê ava bibe”
“Lê belê, nebicîhanîna wê û gurbûna krîzên li herêma beravê û Siwêdayê nîşan da ku hikûmet nikare qonaxa veguhêz bi rê ve bibe.”
MSD’ê tekez dike ku pêdivî bi destpêkirina pêvajoyek veguherîna demokratîk a zelal heye û dibêje:
“Sûriye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Ji bo serketina vê qonaxê hewceyî bi îradeyek neteweyî ya rastîn heye. Divê were yeqînkirin ku siberoja welêt wê li ser azadî, hemwelatîbûn, edalet û beşdarbûnê ava bibe.”
TEV-DEM: Divê gelên Sûriyê aştiya navxweyî xurt bikin
Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê jî derbarê mijarê peyamek da û bibîrxist ku ev roj wek rojek neteweyî hat binavkirin ku tevahiya gelê Sûriyê bi hêviya avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî beşdarî vê rojê bûn.
“Ji avakirina Sûriyeke Azad û demokratîk piştgiriyê bidin QSD’ê û rêveberiya xweser”
Her wekî da zanîn “Tişta ku bi demê re eşkere bû, ne li gorî xwestekên gel bû, ji ber ku ajandeyên herêmî û navneteweyî derketin holê û li gorî xwe siberoja Sûriyê ava dikin.
Hikumeta Şamê sozên xwe yên ji gel re bi cih neanî û ev yek bû sedema komkujiyan li dijî pêkhateyên Elewî û Durzî û êrişa li dijî Xiristiyanan.
TEV-DEM’ê bang li hemû gelê Sûriyê kir ku li ber hemû şêweyê nakokiyên mezhebî û neteweperest rabin, aştiya navxweyî xurt bikin û ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk piştgiriyê bidin QSD’ê û Rêveberiya Xweser.



