Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid bi boneya salvegera hilweşîna rejîmê axivî.
Bi gotina wî tiştê ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir di sala yekem a hilweşîna rejîma Baasê de pêk nehat.
Hemdan El Ebid da zanîn welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir ku ev guhertin bibe destpêka serdemeke nû.
Li gor wî Krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê heta niha berdewam dikin û destwerdanên herêmî, zêdetir bûye.
El Ebid destnîşan kir ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikin ku Sûriyeyeke azad û demokratîk bê avakirin.
El Ebid eşkere kir ku ew destûrek dixwazin rêzê li nasnameya neteweyî bigire, mafên hemû komên etnîkî re bike.



