Hêzên hikûmeta veguhêz careke din agirbesta li Siwêdayê binpêkir.
Vê sibê hikûmeta veguhêz êrişî xala kontrolê ya veguhastinê li Suweydayê kir.
Li gorî agahiyan îro çekdarên hikûmeta veguhêz xala kontrolê ya veguhastinê li gundewarê rojavayê Siwêdayê hedef girt.
Di encama wê de pevçûn di navbera hêzên Parastina Neteweyî û hêzên hikûmeta veguhêz de derket.



