Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Rêxistinên mirovî daxuyani dan û gotin:
“Tevî zelaliya rêgezên mafê mirovan gelek bipêkirin li dijî mafên gelê Kurd û gelê Sûriyê têne kirin.”
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê diyar kirin banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye.
Ji bo çareyeke dadwerane ya ji bo doza gelê Kurd a bi rêya diyalog û hevpeyvînan, nêrîneke kûr û pêşketî ye.
Bi gotina wê, negavavêtina deweleta Tirk ji bo vê pêvajoyê derfetên aştiyê hêdî hêdî wê winda bibin û tirsa şerê nû piştî demeke aramiyê zêde dike.
Rêxistinên mirovî banga hesabxwestina ji sûcdarên şer kir
Rêxistinên mirovî jî bi heman boneyê li pêşiya navenda NY a li Qamişlo sekinîn.
Rêxistinan dan zanîn ku parastina mafên mirovan rêya ewle ya pêşeroja Sûriyê ye.
Her wekî banga misogerkirina vegera ewle ya koçberan û hesabxwestina ji sûcdarên şer û aşkerakirina aqûbeta windahî û revandiyan kirin.



