Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Şahba û Efrînê, sersaxî ji malbata gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Umer Ehmed Şihada re xwest.
Gerîlayê HPG`ê Umer Ehmed Şihada di 31’ê Cotmeha 2024`an de li herêma Zapê şehîd bûbû.
Konê sersaxiyê li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê hat vedan. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Tebqayê, Mehmûd El Sayil axivî û got: “Şehîd Umer rêya rêkoşînê hilbijart, bi baweriya ku jiyan ya kesên azad e.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan li Tebqayê, Sîham El Elî di axaftina xwe de got “şehîd ew kes e ku ji bo bidestxistina mafên xwe her tiştê ku jê hez dike feda kiriy û heta dawiyê bûye mînakek fedakariyê.”
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên kantonê Riyad El Walî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em bi hemû hêz û saziyên xwe re yekgirtî ne, li dijî her êrişeke li ser ewlehî û aramiya herêmên me têbikoşin. Em ê parastina xwe ya rewa bidomînin û hêzê ji fedakariya şehîdên xwe werbigirin.”
Di merasîmê de sînevîzyona der barê jiyan û têkoşîna şehîd Umer Şihada de hat pêşandan. Di dawiyê de belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.



