Di 6-7’ê Kanûnê de DEM Partiyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk ya Navneteweyî lidarxist.
Îro encamanmeya konferansê hate eşkerekirin û hate diyarkirin ji bo siberoja aştiyê û veguherîna demokratîk, di çarçoveya qanûna aştiyê de divê Rêber Apo û hemû girtiyên ji doza Kobanê azad bibin.
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di 6-7’ê Kanûna 2025’an de DEM Partiyê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” lidarxist.
Ji 19 welatan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên parlamentoyan tev li konferansê bûn.
Encamnameya konferansê hate eşkerekirin.
“Em pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin weke derfeteke girîng dibînin”
Di encamnameyê de hate diyarkirin divê şer bi tevahî bi dawî bibe û aştiya mayînde bi peymaneke civakî ya demokratîk bê avakirin û wiha hate gotin,
“Di vê serdemê de ku gelê Kurd li Tirkiyê bi zilmê re rû bi rû ye, em pêvajoya ku bi pêşengiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin wekî derfeteke girîng ji bo gelên Tirkiyeyê dibînin.
Digel vê yekê pir girîng e ku ev pêvajo bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bê meşandin.
“Abdullah Ocalan nîşan da ku ew dikare pêşengiyê ji aştiyê re bike”
Birêz Ocalan nîşanî civaka navneteweyî daye ku ew dikare li hember şer û şideta li Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya aştiyeke mayînde veke.
Ji ber vê yekê, em Abdullah Ocalan ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî aktorekî girîng dibînin.”
“Azadiya birêz Ocalan ji bo aştiyeke bi rûmet şert e”
Hate destnîşankirin azadiya Rêber Apo ji bo aştiyeke bi rûmet weke şert dibînin, divê Girava Îmraliyê ji sembola tecrîdê bê dûrxistin û bibe deriyek ji bo aştî û siberojeke azad a Tirkiyeyê û divê hemû şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê bi tevahî bên rakirin.
“Bi awayekî lezgîn pêdivî bi veguherîna qanûnî heye”
Her wiha bal hate kişandin li ser veguherîna qanûnî û hate gotin,
“Wekî ku di ezmûnên çareserkirina şer ên li çar aliyê cîhanê de jî tê dîtin, bi awayekî lezgîn pêdivî bi veguherîna qanûnî heye.
Di vê çarçoveyê de, em bawer dikin ku Tirkiye pêdivî bi peymaneke civakî ya nû û demokratîk heye ku hemû gel, bawerî û nasnameyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev dihewîne.
Divê rêbazên hişk û navendî yên ku dibin sedema pevçûnan bên guhertin. Modelên rêveberiya herêmî li Tirkiyê divê bên nîqaşkirin. Divê qanûnên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin bên derxistin.
“Divê Abdullah Ocalan û girityên ji doza Kobanê azad bibin”
Her wiha hate diyarkirin,
“Ji bo siberoja aştiyê û veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûna aştiyê de divê Rêber Apo û hemû girtiyên ji doza Kobanê azad bibin.”



