Hat diyarkirin, hêzên Ukranya bi dironan êrîşî tesîsa petrolê ya Rusya li Behra Xezarê kir.
Li gor agahiyan tesîsa ku hedef hatiye girtin ji kar derketiye.
Rayedarekî servîsa ewlehiya Ukraynayê got dronên Ukraynayê ji bo cara yekem e tesîsa petrolê ya Rûsî li Behra Xezarê kiriye armanc.
Li gorî Reutersê, êrîşa li ser tesîsa Filafnovsky, ku beşek ji mezintirîn zeviya petrolê ya Rûsyayê li Behra Xezarê ye.
Hat teqez kirin ku, hewldana Ukraynayê ya berfirehkirina êrîşên xwe ya ji bo têkbirina hilberîna petrol û gaza Rûsyayê nîşan dide.
Zeviya Filafnovsky, ku di sala 2005’an de hatiye keşifkirin û di sala 2016’an de ji aliyê Vladimir Putin ve hatiye vekirin, rojane nêzîkî 120 hezar bermîl hildiberîne.
Li Yaroslav a Rûsyayê rafîneriya petrolê hat xistin
Bajarê Yaroslavlê ya li bakurê rojhilatê Moskowê, ji aliyê balafirên bêmirov ve êriş hate kirin.
Rafîneriya petrolê ya hedefgirtî wekî yek ji pênc rafineriyên herî mezin ên Rûsyayê tê zanîn.
Li bajêr, ku bi qasî hezar kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye, tevahiya şevê dengê teqînan hat bihîstin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de îdia kir ku 8 balafirên bê mirov li ser herêma Yaroslavlê hatine xistin.



