Tevî peymana agirbestê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam dikin.
Balafirên şer ên Îsraîlê çend deverên li başûrê welêt hedef girtin.
Her wiha çar êrîşên hewayî li Geliyê Zalaya hatin kirin.
Li gel vê yekê artêşa Îsraîlê ragihand ku heta dawiya sala 2025 Hizbullah neyê bêçekkirin wê êrişeke berfireh dest pê bikin.
Balafirên şer ên Îsraîlê li ser deverên başûr û rojhilatê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, balafirên şer ên Îsraîlê 13 dever li başûrê welêt hedef girtin.
Her wiha çar êrîşên hewayî li ser Geliyê Zalaya li herêma Bekaa ya rojhilatê Lubnanê hatin kirin.
Rayedarên Lubnanê hîn jî derbarê qurbaniyên êrîşan de tu agahî nedane.
Îsraîlê gef li Hîzbûllahê xwar: Bêçek nebe, wê êrişa mezin destpê bike
Her wiha Îsraîlê gef li Hizbullahê xwar.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku eger heta dawiya sala 2025’an Hizbullah neyê bêçekkirin wê êrişeke berfireh li hemberî rêxistinê destpê bike.
Li gorî nûçeya qenala cemaweriyê ya Îsraîlê Kan’ê, planên operasyonê yên ku hefteyên dawî hatin amadekirin bi karê hevpar ê Fermandariya Giştî, Fermandariya Bakur û îstîxbarata leşkerî hatin diyarkirin.
Hate ragihandin ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê di vê çarçoveyê de hem li ser qada hewayî ya Îsraîlê hem jî li ser Derya Spî bi beşdariya bi dehan balafirên şer tetbîqatên berfireh kirine.
Rayedarekî ewlekariyê yê payebilind ji Kan’ê re axivî û diyar kir ku Îsraîlê peyama xwe bi rêya Washingtonê ji Lubnanê re ragihandiye û got:
“Eger Hîzbûllah bi rengekî çalak bêçek nebe, Îsraîl wê dest deyne ser rewşê.
Şerekî çend rojan dewam bike û şerek li bakur jinûve destpê bike jî wê ev yek pêk were.”
Rêveberiya Amerîkayê ev hişyarî gihand Beyrûdê.
Hate ragihandin ku meqamên Lubnanê bal kişandiye ser tevlîheviya pêvajoyê, lewma diyar kiriye ku pêwîstiya xwe bi hîn bêhtir demê heye.
Êrişên domdar ên Îsraîlê li ser Lubnanê
Îsraîlê di Cotmeha 2023’yan de êrîşa xwe ya li dijî Lubnanê dest pê kir, ku di Îlona 2024’an de veguherî şerekî mezin.
Di encama şer de zêdetirî 4 hezar kes mirin û bi qasî 17 hezar kes birîndar bûn.
Tevî peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de ku di 27’ê Mijdara 2024’an de hatiye îmzekirin, tê gotin ku Îsraîlê bi hezaran caran agirbest binpê kiriye.
Îsraîl hîn jî pênc girên ku piştî 8’ê Cotmeha 2023’yan li Lubnanê girtiye dagir dike û hebûna xwe li hin deverên ku bi dehan salan di destê xwe de girtiye didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di nava salekî de, êrîşên Îsraîlê yên li ser welêt, bûne sedema mirina 335 kesan û birîndarbûna 973 kesan.



