Şerê li Şerîda Xezayê ku 7’ê Cotmehê destpêkir, gelek avahî, rê, binêsaziya heremê wêran bûn.
Ji bo sererastkirin, rakirina kavilan Amerîka ji Îsraîlê xwest ku lêçûna paqijya Xezayê bigire ser xwe.
Li gorî malpera Îsraîlî, Yedioth Ahronoth, Tel Aviv, li ser daxwazek ji Amerîkayê, qebûl kiriye ku lêçûnên rakirina bermahiyên ji Şerîda Xezayê bide û berpirsiyariya vê operasyona endezyariyê ya berfireh bigire ser xwe.
Hat diyar kirin, Washingtonê ji Tel Avîvê xwestiye ku piştî du salan şerê ku hema bêje bajar bi tevahî wêran kiriye, lêçûnên paqijkirina kavilên Xezayê bide.
Her wiha Îsraîlê razîbûna xwe ya destpêkê li ser vê daxwazê ragihand û ji bo destpêkirina ji nû ve avakirinê, amade ye ku deverek li Refahê, li başûrê Şerîda Xezayê, vala bike.
Li gorî çavkaniyên rojnameyê, tê payîn ku ji Îsraîlê were xwestin tevahiya Xezayê kavilên li bajêr rake.
Tê texmîn kirin ev yek dê bi salan bidome û ji milyarek dolarî zêdetir lêçûn lê were xerç kirin.
Hat îdîa kirin ku qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Washingtonê de girêdayê ji nûve avakirina Xezayê ye.



