Bi milyonan kes li Myanmarê di bin şert û mercên krîtîk de dijîn û dibe ku ev yek bibe sedema birçîbûnê.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) bi daxuyaniyekê ragihand ku zêdetirî 12 mîlyon mirov li Myanmarê wê sala bê bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû bimînin.
Ev rewş bi zêdebûna tundiyê û pêla berfireh a koçberiya bi darê zorê hîn xirabtir dibe.
Bernameyê destnîşan kir ku bi qasî milyonek ji van kesan di asta birçîbûna akût de ne.
Ji ber vê yekê hewceyê piştgiriya jiyanê ne.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî di berdewamiya axaftinê xwe de da zanîn ku ev krîz yek ji krîzên birçîbûnê yên herî xirab ên cîhanê ye.
Tundiya çekdarî, koçberiya bi darê zorê û hilweşîna aborî bi hev re zemînek berhemdar ji bo birçîbûna berfireh diafirînin.
Bi mîlyonan kes ji ber kêmbûna alîkariya navneteweyî û sînordarkirina dabînkirina xwarinê bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî herî dawî da zanîn ku êdî divê li hemberî van kiryaran gav bêne avêtin.



