Donald Trump dibêje ku li Rojhilata Navîn aştiyek mezin di rêde ye.
Her wekî got hin welat hene ku dixwazin berpirsyariya herêmê bigirin ser xwe.
Li aliyê din Qesra Sipî diyar kir ku li Xeza qonaxa 2’em wê dest pê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Washington gavên girîng li ser Şerîda Xezayê diavêje û ji bo qonaxa 2’emîn a peymanê amadekariyan dike.
Trump got ku Amerîka li ser mijara Xezayê bi dijwarî dixebite û li Rojhilata Navîn aştîya rastîn hatiye bidestxistin.
Serokê Amerîkayê da zanîn ku 59 welat piştgirîya pêvajoyê dikin û îdîa kir hin welatan ji wî re gotine ew amade ne destwerdanê li ser Hemas û Hizbullahê bikin.
Trump teqez kir hin welat jî pêşniyar kirine ku berpirsiyariya tevahî ya herêmê bigirin ser xwe û got, wî li Rojhilata Navîn aştiyeke mezin bi dest xistiye.
Caroline Leavitt: Qonaxa duyemîn li Xezayê di rojev em de ye
Heman demê berdevka Qesra Spî Caroline Leavitt got bêdengiya danûstandinê ji ber nirxandina baldar û hişyar a mijarê ye.
Leavitt dibêje “Aştî li Xezayê û bi giştî li Filistînê, mijarek aloz û demdirêj e, ji ber wê rêveberiya Amerîka dixwaze bi baldariyeke mezin nêzîkî wê bibe,”
Li gel vê yekê malpera Îsraîlî Yedioth Ahronoth, ragihand ku Tel Aviv, piştî daxwaza Amerîka, qebûl kiriye ku lêçûna paqijkirina bermahiyên li Xezayê bide.
Hêjayê bi bîrxistinê ye ku berê, NY ragihandibû ku li Xezayê giraniya kavilên xirab gihîştiye 68 milyon tonî.
Hat diyar kirin ku piraniya avahiyên li herêmê wêran bûn û zirar dîtine.
Tê texmîn kirin, paqijkirina kavilan dê 5 salan bidome.



