Îro careke din li Meydana Karama ya Siwêdayê xwepêşandan hebû.
Xelkê Siwêda tekez kirin ku ewê gundên rojava yên ji hêla çekdarên hikumeta Veguhgêz ve hatine dagirkirin vegerînin.
Beşdaran bi dirûşmeyan dagirkirina li ser wan gundan redkirin, hikûmeta el-Colanî tawanbar kirin ku hewl dide bi rêya van kiryaran li deverên dagirkirî delîlan ji holê rake da ku binpêkirinên ku dijî welatiyan kirin veşêre.
Xwepêşanderên daxwaza parastineke navneteweyî ya lezgîn kirin û tekez kirin ku rewşa mirovî êdî nikare paşxistinê tehemûl bike.
Her wekî bang li saziyên navneteweyî kirin ku binpêkirinan belge bikin, mafê welatiyan yê vegera gundên xwe garantî bikin û tavilê dosyaya gorên komî vekin.



