Berdevkê sereke yê Pentagonê ragihand ku 2 leşkerên Amerîkî li Tedmur li çola Sûriyeyê rastî êrişê hatine û di encamê de hatine kuştin.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku 2 leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl ê Amerîkî hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê her wiha ragihand ku 2 leşker û sivîlekî Amerîkî di kemînekê de ji aliyê çekdarekî tenê yê DAIŞ`ê ve li Tedmurê, naverasta Sûriyeyê, hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne, û da zanîn ku hêzên Amerîkî bi çekdar re şer kirin û ew kuştin.
Îro li nêzîkî Tedmurê li çola Sûriyeyê, li dijî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êriş pêk hat.



