Çavkaniyan ragihandin ku êrişkarê êrişa Tedmurê endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî yên Sûriyeyê bû.
Serokê Amerîkayê jî sersaxî da û diyar kir ku welatê wî dê bersiva her êrişekê bide.
Sê berpirsên Sûriyeyê ji Reutersê re gotin:
Kesê êrişî leşkerên Amerîkî kir, endamê Hêzên Ewlekariya Giştî yên Sûriyeyê bû.
Reutersê li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê got:
Êrişkar di hêzên ewlehiyê de xwedî pozîsyoneke rêbertiyê nebûye, lê diyar nekir ka ew endamek bû yan na.
Donald Trump: Eger dîse êriş li dijî hêzên me were kirin, em ê bersiv bidin
Têkildarî mijarê Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev ji bo qurbaniyên êrişa Tedmurê li Sûriyeyê sersaxî da û got:
“Me sê welatiyên mezin di kemînekê de li Sûriyeyê winda kirin.”
Trump soz da ku dê li dijî çeyên DAIŞ`ê tola xwe hilîne.
Her wekî diyar kir ku “eger dîse êriş li dijî hêzên me li Sûriyeyê were kirin, em ê bersiv bidin.”



