Nexweşxaneya meydanî ya El Quseyr li gundewarê Humsê alavên bijîşkî û nelênêrîna tenduristiyê ya bingehîn lê ti ne, ev yek jî bûye sedema hêrseke berfireh di nav şênaiyan de.
Tevî bangên berdewam ji bo çareserkirina pirsgirêkan, xuya ye ku rayedarên pêwendîdar ji bo çareserkirina rewşa karesatbar ti tedbîran nagirin.
Di demên dawî de piştî mirina jinekê li nexweşxaneya hikûmetê, ji ber nebûna ambûlansê û derengketina pêşkêşkirina lênêrîna bijîşkî ya tavilê, nerazîbûn zêde bûye.
Şêniyan piştrast kir ku ev mirin ne bûyera yekem e, lê belê beşek ji rewşa demdirêj a paşguhkirina bijîşkî ya li nexweşxaneyê ye û gotin:
Li nexweşxaneyê tewra alavên bijîşkî yên herî bingehîn, wek makîneyên tîrêjên X, laboratuwar û cîhazên oksîjenê yên ji bo rizgarkirina jiyanê pêwîst, kêm in.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz, Nexweşxaneya Meydanî ya El Quseyrê di 5’ê Cotmeha îsal de vekir û destnîşan kir ku nexweşxaneya nû alternatîfek ji bo Nexweşxaneya Neteweyî ye.
Lê nêzîkî 2 meh piştî vekirina wê, eşkere bû ku nexweşxane gelek kêmasî lê hene.



