Li Siwêdayê di êrişeke sûîqastê ya hêzên hikûmeta veguhêz de 2 ciwan birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecih duh êvarî jî careke din li gundewarê rojavayê Siwêdayê agirbest hat binpêkirin.
Hate ragihandin ku Xesan Ebû Fexir li derdora girtîgeha sivîl a Siwêdayê ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz ve hat gulebebarankirin û ji lingê xwe ve birîndar bû.
Xesan rakirin nexweşxaneyê.
Li gundê Mezreayê jî di êrişeke sûîqastê de ciwanê bi navê Îsamîl Erîc bi giranî ji destê xwe ve birîndar bû, piştre destî hat jêkirin.
Hemwextî êrişan jî balafirên bêmirov li ser herêmê geriyan û li gundewarê rojavayê Siwêdayê êriş hatin kirin.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê daxuyand ku êriş li dijî peymanên navneteweyî yên qedexekirina hedefkirina sivîlan e.



