Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Cindirêsê yê Efrînê şêniyek revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand çeteyan şêniyê bi navê Hisên Ehmed Abdullah revand.
Hisên bi temenê 38 saliye ji gundê Meskena Jêrîn ê bajarê Cindirêsê ye .
Rêxistinê diyar kir ku Hisên rojek beriya bê revandin erdê xwe bi 10 hezar dolarî firotibû .
Her wekî da zanîn ku çeteyan li beramberî serbestberdana Hisên fidiyê ji malbata wî xwestine.
Heman rêxistinê destnîşan kir ku Hisên gelek caran hatibû revandin û girtîgehên çeteyên de hatibû ragirtin.
Lê her carê li beramberî dayîna fidiyê dihat berdan.



