Rayedarên Almanyayê duh ragihand ku plana êrişeke terorî li dijî sûka Cejna Neolê hat têkbirin û di encamê de 5 gumanbar hatin destgirtin.
Li gorî Polîsan û Dozgeriya Giştî, gumanbarên hatine destgirtin yek misirî ye, 3 mexribî ne û yek ji Sûriyê ye.
Di daxuyaniya Polîsan de hat gotin, plan ew bû ku li sûka Cejna Neolê ya li herêma Dingolfeng-Landau bi erebeyekê pêl hejmarek mezin a mirovan bê kirin.
Hate diyarkirin ku gumanbar duh derketin pêşberî dadwer.
Rayedaran jî biryar da ku gumanbar heya bidawîbûna lêpirsînê di bin çavan de bihêlin.
Piştî bûyerê desthilata Almanyayê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.



