Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê dest bi nûkirina xetên kanalîzasyonê yên du taxên bajar kir.
Şaredariya Til Temirê xebatên nûkirina xetên kanalîzasyonê yên taxên Şehîd Warşîn û Til Ehmer dan destpêkirin.
Xetên kanalîzasyonê yên herdu taxan ji salan ve kevin bûne.
Li her taxekê xetên kevin ên kanalîzasyonê, bi boriyên çemento ya tên guhertin.
Ji mîsogerkirina ewlehiya şebekeya kanalîzasyonê jî odeyên kontrolê tên hazirkirin.
Li gorî rêvebera Şaredariya Gel a Til Temirê endazyar Nûr Îbrahîm, lêçûna vê xebatê zêdetirî 80 hezar dolar e.



