Witkoff da zanîn ku wan di civîna li Berlînê de pêşketinên pir mezin bi dest xistine.
Li aliyek din Zelensky diyar kir ew ji endamtiya NATO vedikişin.
Her wiha Zelensky vekişîn wekî lihevkirinek mezin ji aliyê Ukraynayê ve bi nav kir û teqez kir ku pêwîst e garantiyên Rojavayî ji hêla qanûnî ve girêdayî bin.
Hem wextê wê welatên Ewrupa jî fikrandinên xwe anîn zinam.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff duh ragihand ku di hevdîtinên bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re li Berlînê, ku armanc dikin çareseriyek dîplomatîk ji bo şerê bi Rûsyayê re bibînin, pêşketinek girîng hatiye bidestxistin.
Civîna di navbera Zelenskyy, Witkoff û Jared Kushner de ji pênc saetan zêdetir dom kir.
Li gorî daxuyaniya Witkoff, di civînê de nîqaşên kûr li ser plana aştiyê ya 20 xalî, bernameyên aborî û mijarên din hatine kirin.
Di demekê de ku êrîşên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de berdewam dikin û qurbanî zêde dibin, Serokê Amerîkayê Trump bi eşkereyî nerazîbûna xwe ji ber nebûna pêşketinê di danûstandinên derbarê planeke çareserkirina şerê, anî ziman.
Zelenskyy berê diyar kiribû ku Washington daxwaza vekişîna artêşa Ukraynayê ji beşa rojhilatê Ukraynayê ya ku ji aliyê Rûsyayê ve tê kontrolkirin, ku tê plankirin bibe herêmeke aborî ya bêçekdar.
Zelensky: Me dev ji endametiya Natoyê berdaye
Li aliyê din Volodymyr Zelensky ragihand ku Kîev amade ye dev ji daxwaza xwe ya tevlîbûna NATO’yê berde.
Li gorî Reutersê, ev helwest guhertinek bingehîn di siyaseta fermî ya Ukraynayê de ye.
Endamtiya NATO’yê bi salan e wekî garantiya ewlehiyê ya sereke ya Kiyevê li dijî gefên Rûsyayê tê dîtin û heta di destûra bingehîn a Ukraynayê de jî behsa wê tê kirin.
Lêbelê, Zelensky teqez kir ku garantîyên ewlehîyê yên dualî ji Amerîka, mîna Xala 5 a NATO’yê, û her weha pabendbûnên ewlehîyê ji welatên Ewropî, Kanada û Japonya, dikarin bibin alternatîfek pratîkî ji bo astengkirina dagirkeriya ji nû ve ji alîyê Rûsyayê ve.
Zelensky vekişîn wekî lihevkirinek mezin ji alîyê Ukraynayê ve bi nav kir û teqez kir ku pêdivî ye garantîyên Rojavayî ji alîyê qanûnî ve girêdayî bin.
“Ewropa van pêşketinan bi baldarî dişopîne”
Heman demê rayedarên Alman, her çend ji nû ve destpêkirina danûstandinan pêşwazî dikin jî, hişyarî dan ku tenê xwe bispêrin garantiyên ewlehiyê, û bal kişandin ser ezmûna 1994’an a li Ukraynayê, ku Kîev tevî wergirtina garantiyên navneteweyî nekarî ewlehiyek mayînde bi dest bixe.
Di heman demê de, welatên Ewropî planeke 20 xalî difikirin ku di dawiyê de dikare bibe sedema agirbestekê li ser xetên şer ên heyî.
Fînlandiya: Peymana aştiyê li Ukraynayê ji her demê bêtir pêkan e
Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stoube ragihand ku rêkeftineke aştiyê li Ukraynayê nêzîk dibe.
Stoeb got: “Em ji her demê bêtir nêzîkî rêkeftineke aştiyê li Ukraynayê ne.”
Her wiha Stoeb dibêje, ew niha li ser 3 belgeyan dixebitin; yek ji wan belgeya çarçoveya plana aştiyê ya 20 xalî ye û ya duyemîn jî bi garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ukraynay.
Kalas: ger Putin Donbasê bi dest bixe dê bêtir tawîzan bixwaze
Li gel vê yekê berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaîa Kalas di daxuyaniyekê de hişyarî da ku “eger Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê bigire destê xwe, ew ê li dû destkeftiyên din be jî.”



