Li Endonezya ji ber baranên dijwan herî kêm hezar û 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha li Sarê baranek dijwar bariya û bû sedema rabûna lehiyê di encamê de 14 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Li aliyek din li paytexta Hîndîstanê ji ber qirêjiya hewayê rewşa alarima poreqalî hate dayîn.
Li rojavayê Endonezyayê di lehî û hezaza axê yên 2 hefte berê de çêbûn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 6 kesan.
Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afatên Neteweyî Abdul Muharî ragihand ku di encama karesata ku li bajarên Bakurê Sûmatrayê de çêbû 217 kes hê jî winda ne.
Bîlançoya herî giran li Acehê hate tomarkirin, ku berê di tsunamî ya sala 2004’an de wêraniyeke mezin dîtibû.
Li Acehê hejmara miriyan derket 415 kesan, li Bakurê Sûmatrayê 349 kes û li Rojhilatê Sûmatrayê jî 242 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Saziya Meteorolojiyê ya Endonezyayê (BMKG) hişyarî da ku li gelek herêman, nemaze li Aceh û Sûmatrayê, şert û mercên hewayê yên zor giran dê berdewam bikin.
Ji ber karesatê bi sed hezaran kes bêmal man û gelek malbat li stargehên demkî dimînin.
Rayedaran ragihand ku zêdeyî 11,7 ton alîkariya mirovî gihîştiye herêmê û dest bi avakirina stargehên demkî hatiye kirin.
Hate diyarkirin ku lêçûna ji nû ve avakirinê dikare bigihîje 3,1 milyar dolarî.
Di lehiyên li bajarê safiyê yê fasê de 37 kes mirin
Her wiha li Fasê ji ber barana dijwan lehî rabû di encamê de 37 mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Fasî ragihandin ku “lehiyên awarte” yên ku ji ber barana dijwar çêbûn, li Safiyê, perava Atlantîkê, herî kêm 14 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Reutersê, rayedaran diyar kirin ku saetekê barana dijwar li Safiyê û derdora wê bi qasî 70 mal û dikan di bin avê de hiştin, 10 wesayît birin û gelek rê hatin girtin.
Rayedaran diyar kirin ku hewldanên rizgarkirinê berdewam dikin.
“Qirêjiya hewayê li Hindistanê di asta alarimê deye”
Li Delhiya Paytexta Hindistanê, rêjeya qirêjiya hewayê di rewşa alarimê de ye.
Hat ragihandin ji ber sîsa qirêj li bajêr 100 geştên hewayî hatin betalkirin û zêdetirî 300 geşt jî dereng hatine xistin.
Her wiha dibistanên li New Delhiyê derbasî pergala hişyariyê bûn.
“Ji ber qirêjiya hewayê xizmetên trênan rastî derengketinê hatin”
Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê ji ber mijên giran hişyariyek “porteqalî” da.
Qirêjiya hewayê bandorek neyînî li ser xizmetên trênan jî kiriye.
Hat dest nîşan kirin ku ji ber dîtina kêm zêdetirî 90 trên 6 heta 7 demjimêran dereng man.
Ev rewş li herêmê dibe sedema nexweşiyên cûrbecûr ên nefesê.



