Du li Awustralyayê li dijî pîrozbahiyeke cihûyan êrişeke çekdar pêk hat. Di êrişê de 16 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin kesên ku êriş pêk anîn bav û kur in.
Duh li bajarê Sydney yê Awustralyayê di dema pîrozbahiya cejna Hanuka ya cihûyan de êrişeke çekdarî pêk hat.
Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, roja yekşemê li Plaja Bondî zêdeyî hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hate diyarkirin di dema pîrozbahiyan de êrişkaran gule reşandine û di encama êrişê de 16 kes hatin kuştin û nêzî 50 kes jî birîndar bûn.
Nasnameya kesên ku êriş kirine hatin eşkerekirin. Polîsên Awustralyayê eşkerekirin kesekî 50 salî û kurê wî yê 24 salî êriş pêk anîne.
Hat ragihandin bav li cihê buyerê hatiye kuştin û kurê wî jî bi giranî birîndar buye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî medyaya Awustralyayê, rêxistina îstixbaratê şeş sal berê têkiliya êrişkarê 24 salî ya bi DAIŞ’ê re lêkolîn kiriye.
Hate diyarkirin sala 2019’an êrişkar bi sûcê amadekariya êrişên terorî ceza girtiye û hate diyar kirin têkiliya wî bi endamekî DAIŞ’ê re hebuye. Her wiha hate diyarkirin di wesayîta êrişkar de du heb alên DAIŞ’ê hatine dîtin.
Rayedaran diyar kirin piştî êrişê bi ser du malan de hatiye girtin ku tê gotin malên êrişkaran e, 6 çekên ku li ser bav qeydkirî hatine dîtin. Hat gotin, dibe ku ev çek hemû di êrişê de hatibin bikaranîn.
Albanese: Ji bo antîsemîtîzm ji holê bê rakirin tişta pêwîst wê bê kirin
Ji ber êrişê li gelemperiya welat al heta nîvî hatin daxistin.
Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese diyar kir Plaja Bondî cihê kêfxweşî, pîorzbahî û hevdîtina malbatan e û êriş weke çalakiyeke têrorê, û antîsemîtîk pênase kir.
Albanese da zanîn ji bo antîsemîtîzm ji holê bê rakirin çi pêwîst be wê bê kirin û got,
“Awustralya wê ti carî serê xwe li ber parçebûnê, şidetê û nefretê netewîne.”
Ji hêla din ve di dema êrişê de destwerdana kesekî sivîl mohra xwe li rojevê xist.
Li gorî dîmenên ku hatin parvekirin, welatiyekî bê çek ji piştê ve êrişkar bê bandor dike û çeka wî jê distîne.
Serokwezîr Albanese ev kes weke qehreman binav kir.



