Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatî bi navê Zekî Menan Fayiq ji ber lêdan û îşkenceyê di dema dagirkirina Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Zekî Menan Fayiq ji gundê Miskê Jorînê yê Cindirêsê duh piştî nexweşiyeke demdirêj a ji ber îşkenceyê li şamê jiyana xwe ji dest da.
Di dema dagirkirina Efrînê de bi destê komên çekdar ê ku serçeteyê wan Ebû Fewaz El Dêrî yê ji Dêrazorê ye, Fayiq hatibû îşkencekirin.
Piştî Zekî red kir ku mal û milkên xizmetên xwe yên koçber radstî çeteyan bike, ev kiryar pêk hat.
Herî dawî rêxistinê destnîşan kir ku şopên îşkenceyê yên li ser Zekî bûn sedem ku tenduristiys wî xerab bibe, nexweş bibe û di dawiyê de jiyana xwe ji dest bide.


