Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de bal li ser bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hat kişandin. Civîn bi gelek xalan bi dawî bû.
Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma “Ekolojî: serhildana jîngehê ye” bi amadebûna nûnerên ji desteyên jîngehê yên kantonan, Meclisa Jîngehê, Hêzên Parastina Jîngehê civîna xwe ya salane li hola civînan a Meclisa Rêveber a Herêmê ya li Reqayê li dar xist.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre raporên salane yên desteyên jîngehê hatin xwendin, ku rewşa jîngehê li kantonan nirxandin û destkeftiyên herî berbiçav destnîşan kirin, li kêlek wê jî zehmetî û astengiyên ku di qonaxa niha de li pêşiya xebatên jîngehê çêbûne hatin diyarkirin.
Beşdaran li ser zehmetiyên ku Desteya Jîngehê pê re derbas dibe, bi taybetî di warê parastina çavkaniyên xwezayî, qirêjiya jîngehê û rêbazên zêdekirina hişmendiya jîngehê ya civakê de axivîn, li aliyekî din jî li ser mekanîzmayên pêşxistina xebata hevbeş di navbera kantonan de nîqaş hatin kirin.
Di civînê de senefizyonek der barê xebatên ku ji aliyê Desteya Jîngehê ve ji destpêka salê ve li ser asta kantonan hatine kirin hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê de encamên civînê ji hêla hevserokê Desteya Jîngehê Îbrahîm El Esed ve hatin xwendin û wiha ne:
1–Bicîhanîna pêdiviyan û pîvanên jîngehê ji bo hemû peymankaran, û rêkxistina mekanîzmayên ji bo danûstandina bi derivatîfên petrolê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
2–Ji her kantonekê tê xwestin ku pergala xwe ya hundirîn bi hemû hûrgiliyên wê, li gorî qanûna parastina jîngehê ya pejirandî, ji nû ve binirxîne.
3–Xurtkirina prensîba hevkariyê di navbera kantonan de bi rêya danûstandin û parvekirina tovên daran ên li her kantonekê bi kantona din re.
4–Amadekirina vîdyoyên hişyariyê yên sê mehan carekê, tevî hejmarên gilî û gazinan ji bo Hêzên Parastina Jîngehê, bi armanca başkirina ragihandinê bi civakê re.
5–Erêkirina prensîbên ekolojiyê li ser hemû sazî û dezgehên ku di nav Rêveberiya Xweser de dixebitin.
6-Pêşîniya çandiniya deverên çolê û deriyên bajêr li hemû kantonan, bi berfirehkirineke girîng a qadên kesk, û avakirina şitilgehên taybet.
7-Xebitîna li gorî pêkanîna Hevpeymana Civakî, li hemû kantonan ji bo avakirin û rêxistinkirina meclisên bajar û bajarokan.
8-Amadekirina lêkolînek berfireh li ser enerjiyên nûjenbar û mekanîzmayên pêkanîna wan, bi berçavgirtina taybetmendiyên her herêmekê.
9–Amadekirina databes û bankeke agahiyan, ligel amadekirina nexşeyek jîngehê ya berfireh ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.



