Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna kesên xwedî pêdiviyên taybet nîqaş dike.
Îro Komîteya wê ya qanûnî civînek li dar xist û tê de reşnivîsa qanûnê gotûbêj kir.
Endamên Komîteya Qanûnî, nûnerên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran û Nivîsgeha Kesên xwedî pêdiviyên taybet tev li civînê bûn.
Di civînê de bendên reşnivîsê û mekanîzmeyên pêkanîna wê ji bo misogerkirina parastina mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet û baştirkirina asta xizmetên ku ji wan re têne pêşkêşkirin, hatin nîqaşkirin.
Li gor Malpera Rêveberiya Xweser, armanca vê qanûnê, peydakirina xizmeta her baş ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet e.
Her wekî hat diyarkirin ku gerek alîkarî bo wan werin pêşkêşkirin û kêmanî derheqê wan de tune bin.
Tê payîn ku Meclisa Demokratîk a Gelan qanûna kesên xwedî pêdiviyên taybet di civîna xwe ya bê derxîne.



