Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ciwanek ji bajarê Dirêkîş ê Tertûsê di rewşên nepen de, di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî malbata wî ciwanî, ew nêzî 20 rojan hatibû ragirtin û piştî 3 hefteyan cenazeyê wî radestî wan kirine.
Li gorî agahiyên xwecihî şopên îşkence û şikandinê li ser bedena wî hebû, bûne sedema mirina wî.
Lê hin çavkaniyên dîtir destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.
Bi dehan girtî di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane.
Di heman demê de malbat û rêxistinên Sûriyeyî bang dikin ku lêpirsînînên serbixwe û lez werin vekirin, ji bo sedemên wefata girtiyan werin aşkerakirin û sûcdar werin cezakirin.



