Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê li Hesekê ji bo 175 şehîdên ku di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Leylewa Hilal şehîdên azadiyê bî bîr anîn. Leylewayê got: “Tevî êş, trajediyan, salên koçberiyê û jiyana di konan de, em qet neşikestin û ne jî me ji rêya şehîdan paşve gav avêtin. Îradeya me nayê şikandin û em şehîdên xwe bi bîr tînin, ew di dilê me de mane, ji ber ku wan rêya rûmetê hilbijartiye.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî axivî û şehîd bi bîr anîn. Selmo destnîşan kir ku van şehîdan ne tenê ji bo Serêkaniyê, ne jî tenê li dijî DAIŞ`ê şer kir û şehîd bûn, lê belê wan li dijî her kesê ku hewl da zirarê bide ewlehiya herêmê û rûmeta gelê me li ber xwe da û tê koşiyan.
Selmo wiha lê zêde kir: “Gelê me yê li Serêkaniyê ji destpêka şoreşê ve bi berxwedana xwe tê nasîn û heta roja îro piştgirî da hêzên xwe yên leşkerî. Ev sal jî tijî berxwedanê bû û hêzên me karibûn hemû êrişan têk bibin. Nimûneya herî berbiçav a vê yekê şerê gel ê şoreşgerî yê li Bendava Tişrînê bû.”
Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyoneke wêneyên 175 şehîdan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.



