Senatoya Amerîkayê, Yasaya Rayedarkirina Îstîxbaratê ya Sala Darayî ya 2026’an qebûl kir û ji bo îmzekirinê şand Donald Trump re.
Yasaya bi piştgiriya du partiyan hate qebûlkirin, bi taybetî jî di nava xwe de sererastkirinên nû yên li ser Îranê ên li dijî gefên leşkerî, siyasî û îstixbaratî dihewîne.
Sererastkirina hatî qebûlkirin, di mijarên weke kiryarên Îranê yên dewlemendikirna ûranyûmê û biryarên biçekbûna nukleerî yên muhtemel de zelaltiyeke zêde dide Kongreyê.
Her wiha yasa rayeyê dide saziyên îstixbarata Amerîkayê ku di mijara gefên xeter ên ji ber Îranê de hişyariyê bide welatiyên Amerîkayê.
“Çavkaniyên li dijî gefên ji ber Îranê tên zêdekirin”
Senatorê Komarparêz Tom Cotton di daxuyaniya hevpar a li gel senatorê Demokrat Mark Warner de diyar kir ku yasa li dijî gefên Îranê beralîkirina çavkaniyên hewce dihewîne û got:
“Ev yasa, dabînkirina çavkaniyên hewce yên parastina welatê me ya li dijî gefên ji aliyê Îranê ve tên afirandin, dihewîne.”
Di çarçoveya yasayê de ji îstixbarata Amerîkayê re têkildarî xurtkirina kapasîteya parastina li hemberî êrîşên sîber ên Îranê, hêzên wekîl, planên sûîqestê û kiryarên leşkerî yên herêmî rayeya zêde û budce tên dabînkirin.
Ji dîplomatên Îranê re astengiya çûnûhatinê
Her wiha ev sererastkirin, astengiya çûnûhatina li ser dîplomatên Îranê yên li Amerîkayê kar dikin jî bi yasayan garantî dike.
Ev sepandin; di heman çarçoveya astengiyên ji bo dîplomatên Çîn, Rûsya, Koreya Bakur ji tên dîtin.
Senatorê Demokrat Warner jî anî ziman ku yasaya berbehs ji civaka îstixbarata Amerîkayê re çavkanî û rayeyên hewce dabîn kirine û di heman demê de mekanîzmaya çavdêriyê ya Kongreyê ya xurt ava kiriye.
Yasaya Rayedarkirina Parastina Neteweyî, budceya Amerîkayê ya parastinê ya sala 2026’an diyar dike û Yasaya Raedarkirina Îstixbaratî ya li vê yasayê hatiye zêdekirin jî di serî de Îran û Çîn armanc dike ku berê xwe bide gefên gerdûnî.
Sererastkirina ku ji aliyê Senatiya Amerîkayê ve hate qebûlkirin wê li gel îmzekirina Trump bikeve meriyetê.
Mai Sato: Windakirina binçavkiriyan binpêkirina mafên mirovan e
Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Îranê Mai Sato têkildarî çalakvanên Îranê yên li Meşhedanê hatîn binçavkirin, li ser rûpela xwe ya X’ê peyamek belav kir.
Mai Sato diyar kir ku ji nêz ve doza 25 kesên ku li Meşhedan a Îranê hatine girtin, dişopînin.
Mai Sato destnîşan kir ku agahiyên li ser cihê binçavkiriyan hîn ne diyarin, ev yek binpêkirina prensîbên mafên mirovan ên yasayên navneteweyî ye.
Mai Sato teqezî kir ku windabûna binçavkiriyan, fikarên cidî li ser ewlehî û rewşa wan derdixe holê.



