Li Amedê wê 4’ê meha Çile ya 2026’an ji bo Azadiya Rêber Apo mîtînga “Hêvî û Azadiyê” were lidarxistin.
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî derbarê mijarê de diyar kir lidarxistina mîtîngê de ti pirsgirêk tine ye.
Her wiha îdia kir ku daxwaza Rêber Apo ya ku ji Îmraliyê derkeve nîne.
Serokê MHP’ê Bahçelî anî ziman mîtînga ku wê DEM Partî lidarbixe ti aliyekî wê ya ku bê mezinkirin nîne û got,
“Mafê her partiyekê heye ku di çarçoveya sînorên rewa yên xwe îfadekirin û azadiya ramanê de komcivîn û xwepêşandanan li dar bixe. Di vê mijarê de rêgezên demokrasîyê diyar in.
Ti pirsgirêk tune ye ku DEM Partî mîtîngê li dar bixe. Dikarin kom bibin daxwaz, bendewarî û nêrînên xwe bînin ziman.
Bahçelî îdia kir ku di banga 27’ê Sibata 2025’an ya Rêber Apo de daxwaza wî ya derketina ji Îmraliyê nîne û dibêje, “Ya ji bo me esas ev bang e. Divê ti kes ji vê bangê dûr nekeve.”



