Li herêmên Hikûmeta Veguhêz bûyerên dizî, talankirin, revandin û koştin her ku diçe zêde dibe.
Li taxa Bab Şerqî ya Şamê Peykerê Pawlos ê ji ber Dêra St. Paul ve hat dizîn.
Li gorî agahiyan doh peykerê Pawlos yê pexember yê li ber Dêra St. Paul a taxa Bab Şerqî ya Şamê hat dizîn.
Hat diyarkirin ku ev peyker dîroka Xiristiyana temsîl dike.
Heta niha ti daxuyanî ji aliyê hikumeta veguhêz û dêrê ve nehatine dayîn.
Çalakvanan dan zanîn ku talankirin ji ber sedemên olî yên tundrew ên ku sembolên Xiristiyanî hedef digirin, pêk hatiye.



