Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Îsraîlê destwerdaneke nû li gundewarê başûrê Quneytrayê kirine.
Hat ragihandin ku dewriyeke ji çend wesayîtên leşkerî û hejmarek leşkeran li ber deriyê gundê El-Refîd ber bi gundê El-Eşe ve pêşve çûne.
Navendê da zanîn ku karwan piştî çend demjimêran, bêyî ku ti pevçûn an girtin çêbibin vegeriyan Colanê.
Her wekî destnîşan kir ku ji 12 heta 19 vê mehê ve, Hêzên Îsraîlê 17 caran liv û tevger pêk anîne.



