Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê hevdîtin pêk anîn.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan destnîşan kir, ew derbasî demeke nû bûne ku pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên siyasî re, îro li meclisê bi şandeya AKP’ê re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Serokê koma AKP’ê Ebdullah Guler diyar kir wan rapora xwe ya derbarê pêvajoyê de pêşkêşî meclisê kirine û di demên pêş de, ew ê daxuyaniyên berfireh bidin.
“Em ketin demeke nû ku pêwîstî bi zemîneke hiqûqî heye”
Pervîn Bûldan jî diyar kir aştî bê hiqûq nabe û got, “Em ketin demeke nû ku pêwîstî bi zemîneke hiqûqî heye.”
Mîthat Sancar jî bal kişande li ser avakirina zemîna hiqûqî û diyar kir wan careke din girîngiya peymana siyasî û lihevkirina civakî destnîşan kiriye.
Her wekî anî ziman ku ew plan dikin bi wezîrê edaletê, serokê meclisê û serokkomar re jî hevdîtinan bikin.



