Îro li bajarê Kobanê Pêşangeha Wênexêziyê ya 6’emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir.
https://hawarnews.com/kr/pasangeha-wenexeziye-li-kobane-dest-pe-kir
Pêşangeh bi pêşengiya mamoste û beşdariya 17 xwendekaran dest pê kir û dê 2 rojan dewam bike.
17 xwendekarên Beşa Wênexêziyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi 54 tabloyan tevlî pêşangehê bûn e.
Di vekirina pêşangehê de hevsoroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Evîn Berewad axivî û got:
“Di her tabloyeke xwendekaran de çîrokek heye. Em ê bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê bibin bersiv û bi tabloyên xwe çanda xwe biparêzin.”



