Li Hemayê li dijî malbatekê êriş hat kirin, di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes bi giranî birîndar bûn.
Ev bûyer li gundê Sebûra yê Selemiya rojhilatê Hemayê pêk hat.
Li gorî agahiyan komeke çekdaran bi awayekî ketober gule li gundiyan reşandin.
Di encamê de qurbanî çêbûn, piraniya birîndarên ku rewşa wan giran e, veguhastin nexweşxaneya Selemiyê.
Beriya çend rojan li heman gundî, şêniyek û kurê xwe hatibûn revandin.



