Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriyê, operasyona “Çavê Baz” li dijî DAIŞ’ê da destpêkirin.
Li gor Wezareta Parastinê, wan 70 bargehên DAIŞ’ê li Sûriyê bombe kirine.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku ev operasyon li gor agahiyên istixbaratî yên QSD’ê bi rê ve diçe û gelek êriş li nêzî deverên Artêşa Hikûmeta Veguhêz pêk hatine.
Piştî êrişa Tedmurê û kuştina 3 amerîkiyan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, operasyona “Çavê Baz” li Sûriyê, li dijî DAIŞ’ê da destpêkirin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku şeva borî, 70 bargehên DAIŞ’ê yên li deverên cuda yên Sûriyê hatine bombebarankirin û di encamê de, cih û depoyên çekan hatin rûcxandin.
Amerîka: 70 baregeh û cihên DAIŞ’ê li Sûriyê hatin bombebarankirin
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hagsett destnîşan kir ku armanca wan têkbirina binesaziya DAIŞ’ê û hêza çalakiyên wê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku ev operasyon bersiveke dijwar a êrişa Tedmurê ye û ew nameyeke tund didn DAIŞ’ê.
SOHR: Operasyona Amerîkayê li ser bingeha agahiyên QSD’ê ye
Birêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdulrehman jî eşkere kir ku ev operasyon li ser bingehê agahiyên isitixbaratî yên Hêzên Sûriya Demokratîk e.
Bi gotina wî, gelek ji êrişan li nêzî Bargehên Artêşa Hikûmeta Veguhêz ku bi eslê xwe DAIŞ’in pêk hatine û di encama êrişekê li Dêra Zorê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Berî niha jî QSD’ê ragihandibû ku ew amade ye li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê şerê DAIŞ’ê bike û çendîn caran serçeteyên DAIŞ’ê li gor agahiyên wê hatine kuştin.
Sala 2019’an, li gor agahiyên QSD’ê, Ebû Bekir El-Bexdadî, damezirêner û serçeteyê DAIŞ’ê, li Idlibê hat kuştin.
Lewra, pisporên rêxistinên cîhadîst dibînin ku bêyî QSD’ê wê zor li DAIŞ’ê neyê birin, çimkî ew hêza her bi bandor a li ser erdê ye.



