Li Binarê Qendîlê, şervanê YPG’ê şehîd Resûl Tude bi merasîmekê hat oxirkirin.
Kesên di merasîmê de axivîn sersaxî ji malbatê şehîdan re xwestin û soza domandin rêya wan dan.
Şervanê enternasyonalîst yê YPG’ê Resûl Tude bi nasnav Fuat Mustefa Sultanî, di 9’ê Kanûna 2025’an de li Silêmaniyê tedawî didîy, şehîd bû.
Îro jî bi beşdariya, xelên Binarê Qendîlê, malbatên şehîdan û partiyên siyasî hat oxirkirin.
Li wir, peyama Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK’ hate xwendin.
Di daxuyaniyê de behsa têkoşeriya şehîdan hate kirin û wiha hate gotin:
“Şervan Fuad ne tenê şervan bû, pireke têkoşînê ya biratiya gelan bû.
Vîna wî ya polayî kir ku sînorên netewî û erdnîgarî derbas bike.”
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi durişmeyan hat oxirkirin.



