Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di kongreyê de rêveberiyeke nû hat hilbijartin.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Dêrazorê Rîm El Faris bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya yekitiyên pîşeyî, ji bo xurtkirina hîmên Rêveberiya Xweser.
Di kongreyê de hevserokê Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qamsim Mistefa, nirxandinên Rêber Abdulla Ocalan û nameya wî ya ji bo eşîrên Ereban xwendin.
Beşdarên kongreyê xebatên yekitiyê yên dema borî nirxandin û nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Piştî nirxandinan hilbijartin hatin kirin û meclisa rêveber a Yektiya Ajokaran hat hilbijartin.
Kongre bi çend pêşniyaran bi dawî bû: Ji nû ve nirxandina xebatên yektiyê li gorî pêdiviyên ajokaran. Der barê veguhastin û başkirina rêyan de têkilî bi rêxistinên xwecih û navneteweyî re bêne xurtkirin. Serjimara elektronîk ji bo ajokaran were çêkirin û ji bo parastina mafên wan daneyên wan werin nûkirin.



