Li dijî xaleke hevbeş a hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Helebê û ewlekariya Giştî êrişeke çekdarî pêk hat.
Di êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ragihand ku li dijî xaleke kontrolê ya hevbeş a hêzên wan û Ewlekariya Giştî ya li çerxerêya Şêhan êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Heleb: Du endamên me birîndar bûn
Hêzên Ewlekariyê diyar kir a diyar kir ku Komên Girêdayî Wezareta Parastinê êriş pêk aniye û di encamê de 2 endamên Asayîşê birîndar bûn.
Duh jî Asayîşa Helebê eşkere kir ku wan droneke girêdayî Wezareta Parastinê Hikûmeta Veguhêz anîne xwarê.



