Li paytexta Rûsyayê Moskowê, di teqîna bombeya ku di wesayîtekî de hatibû danîn de 2 polîs û kesek mirin.
Bûyer li nêzîkî cihê ku du roj berê generalê payebilind ê Rûs hate kuştin pêk hat.
Li ser bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê, teqîn îro sibehê dema ku du efserên polîs nêzîkî kesekî ku tevgerên gumanbar nîşan dabûn pêk hat.
Di encama teqîna amûra teqemeniyê 2 polîs li cihê bûyerê mirin.
Rayedaran ragihandin ku di teqînê de kesekî sêyem jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî îdiayên ku li kanaleke Telegramê ya nefermî ya li Rûsyayê hatine parvekirin, tê gotin ku kesê sêyem ê mirî êrîşkarê ku bombê hilgirtibû ye.
Berdevka Komîteya Lêpirsînê Svetlana Petrenko ragihand ku teqîn li nêzîkî cihê ku du roj berî niha General Fanil Sarvarov di êrîşa bi bombeyî de hate kuştin pêk hat.
Svetlana Petrenko diyar kir ku li ser bûyerê lêpirsîna cezayî hate destpêkirin û pisporên dadwerî û kriminalî li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cureyê teqemeniyê û awayê çalakbûna wê tê lêkolînkirin, analîzên genetîk û teqemeniyê wê bên kirin.



