Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku Îranê bi tevahî dabînkirina gaza xwezayî ji bo Iraqê rawestandiye.
Di encama rawestandinê de, pergala elektrîkê ya Iraqê di rojê de di navbera 4 hezar û 4 hezar û 500 de megawat windahiyek dibîne.
Her wiha wezareta Elektrîkê diyar kir ku, bi hevrêziya Wezareta Petrolê, sotemeniyên alternatîf ên navxweyî bikar tînin da ku bikarin elektrîkê peyda bikin.
Wezareta Elektrîkê got:
“Ger Îranê rawestandina gazê bidomîne, welat di peydakirina elekritîkê de wê kirîzê jiyan bike.”
Iraq ji bo hilberîna elektrîkê bi giranî xwe dispêre gaza xwezayî.
Nêzîkî sêyeka elektrîkê ya ku li welêt tê hilberandin ji santralên elektrîkê yên ku gaza xwezayî ya ji Îranê tê îtxalkirin tê.



