Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser mijara nukleerî ya Îranê bû sedema pevçûnek devkî di navbera nûnerên Îranî û Amerîkî de.
Amerîka daxwaza rawestandina dewlemendkirina uranyumê li hundirê Îranê û danûstandinên rasterast kir.
Îranê rawestandina dewlemendkirina Uranyumê wekî binpêkirina peymana 2015’an bi nav kir.
Nûnerên Îran û Amerîkayê di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, li ser şert û mercên ji nû ve destpêkirina danûstandinên nukleerî, nîqaş kirin.
Gera şeşemîn a danûstandinan di navbera Washington û Tehranê de biryar bû ku beriya şerê 12 rojî yê Îsraîl û Îranê di Hezîrana 2025’an de pêk bihatana.
Piştî şer, danûstandin hatin betalkirin û lîderê olî yê Îranê Elî Xamineyî her danûstandinek rasterast bi Amerîkayê re red kir.
Balyozê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, Emîr Seîd Îravanî, di civîna Konseya Ewlekariyê de got:
“Îran bi tevahî pabendê dîplomasiya prensîbî û danûstandinên rastîn e.
Niha li ser Fransa, Brîtanya û Amerîkayê ye ku rêça xwe biguherînin û gavên pratîkî û pêbawer bavêjin da ku bawerî û pêbaweriyê ji nû ve ava bikin.”
Her wiha nûnerê Îranê li Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku Îran pabendî bendên sereke yên peymana nukleerî ya 2015’an e.
Morgan Ortagus: Washington bi Îranê re ji bo danûstandinên fermî amade ye
Li gel vê yekê cîgirê balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Morgan Ortagus, di civîna Konseya Ewlekariyê de got ku Washington ji bo danûstandinên fermî bi Îranê re amade ye, lê bi şertê ku Tehran ji bo diyaloga rasterast û watedar amade be.
Morgan Ortagus da zanîn ku Trump di her du serdemên xwe de jî destê dîplomasiyê dirêjî Îranê kiriye.
Morgan Ortagus balkişand ser Îranê û got:
“Li şûna ku hûn destê dîplomasiyê bigirin, hûn destê xwe dixin nav agir.”
Morgan Ortagus teqez kir ku ti dewlemendkirina Uranyomê di hundirê Îranê de nayê qebûlkirin, ew mijar yek ji xalên sereke yên nakokiyê ye.
Iravani: Washington li pey danûstandinên adil nîne
Heman demê Iravani bersiv da gotinên balyoza Amerîkî û got ku israra Amerîkayê ya li ser rawestandina bi giştî a Uranyomê, li dijî mafên Îranê yên di bin peymana 2015an de ye û nîşan dide ku Washington li pey danûstandinên adil nîne.
Her wiha Emîr Seîd Îravanî got:
“Eger Fransa û Brîtanya li kêleka Amerîkayê bimînin, dîplomasî dê bi pratîkî were hilweşandin û Îran dê li ber ti zext an jî çavtirsandinê serî natewîne.”



