Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh li gundê Bîsîn بيصين ê Hemayê, di encama êrişeke çekdarî de du bira hatin kuştin.
Navendê da zanîn ku herdu bira Hisên û Muhsin El-Selûm di bexçeyekê li nêzîkî gundê Bîsîn ê li gundewarê Mesyafê ya Hemayê dixebitîn, di encama êrîşeke çekdarî de, hatin kuştin.
Her wekî piştî kuştina wan, çekdaran keriyê pez dizîn û reviyan.



