Derheqê qutbûna gotina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan a li Şamê, Wezareta Tirk daxuyanî da û got ku axaftina Fîdan ji ber pirsgirêkeke teknîkî çêbûye.
Ev dîmenên Hakan Fîdan in ku di dema daxuyaniyê li kêleka Esed Şêbanî dide, axaftina wî tê qutkirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje ku aliyê Sûriyayî, lêborîna xwe ji wan xwestiye.
Her wekî destnîşan kir ku ev pirsgirêka teknîkî di dema Fîdan behsa rewşa Xezayê dikir, derketiye.



