Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêzîkatiya Tirkiyê nirxand.
Ayşegul ji Tirkiyê xwest ku li Sûriyê bi roleke avaker û êrênî rabe.
Ayşegul Dogan diyar kir Sûriyeke demokratîk wê Tirkiyê jî demokratîk bike û bandorê li Tirkiyê bike û got,
“Em di serî de Peymana 10’ê Adarê û hemû peymanên din diyalog û hevdîtinan esas digirin û dixwazin her tişt bi diyalogê pêş bikeve.
Em bawer dikin ku QSD’ê û HTŞ jî bi rêya diyalogê dikarin meseleyê çareser bikin.”
Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyê bi roleke avaker rabe
Berdevka DEM Partiyê ji Tirkiyê xwest li Sûriyê bi roleke avakar rabe û got,
“Bendewariya birêz Ocalan jî li ser vî esasî ye. Elewî, Durzî, Kurd, divê herkes xwe di ewlehiyê de bibînin, azad û li gorî rastiya xwe ya dîrokî û erdnîgarî bijîn.
Divê rageşî pêş nekeve û ji bo vê lazime riyên diyalogê bêne vekirin da ku çareserî pêş bikeve.
Entegrasyona demokratîk û gotubêjê wê herêmê û Tirkiyê xurt bike.”



