Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 890’an de bi koma 174’an didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê pêk hat.
Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Qedrî Şirişeyî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Qedrî Şirîşeyî diyar kir ku çalakiya ku bi pêşengtiya dostên gelê Kurd hatî destpêkirin du salên xwe tejî kir.
Wek wargeh pîroz em di sala sêyemîn a çalakiyê de ne.
Bi navê komê û bi navê gelê wargeha pîroz hemû kesên ku di dirêjahiya van sê salan de tevlî van çalakiyan bûne, bi heman armancê û keda ku danepîroz dikin.
Ev nêzî sê salin wek civaka wargehê îrade nîşan didin, ji dost û dijminên xwe re jî dibêjin heta ku ev pirsgirêk negihije çareseriya xwe, wê têkoşîna me bênavber bidome.
Ji ber ku Rêber Apo kilîla çareseriya pirsa Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîne.
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dewrî koma nû hate kirin.



